Bi nexşe…çi bi devera şûnwarî Eyndarê ya bi kelepûra mirovî naskirî, hatiye

AFRINPOST-Taybet

Bi berdewamiyê karên vekolandin, dizî, rûxandin û destdirêjiya li deverên şûnwarî yên herêma Efrîna dagirkirî, xuya dike ku metirsiyeke mezin a jiholêrakirina dever û bajarên şûnwarî ku xwedî hezar sal in, ya herêma Efrîna dagirkirî heye.

Ev dever û şûnwar tenê wek bîranîn, çîrok û wêne mane. Ji wan deverên şûnwarî, girê Eyndarê ye.

Wêneyên ji girê Eyndarê re hatine girtin xuya dikin ku karên kolanê yên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî, xuyang û nîşaneyên gir bi asteke mezin guherandine.

Tê zanîn ku dorhêla gir rastî kolandinê hatiye û wêneyên satelîtan jî çiqasiya xerabûna ku gir dîtiye, xuya dikin.

Bi hevrûkirina wêneyên ku di dîrokên cuda de hatine kişandin de, rêjeya destdirêjî û karên kolanê yên ku dagirkeriyê bi maşîneyên mezin li ser girê Eyndarê kirine, baş xuya dibin.  

Afrinpostê di dîrokên cuda de wêne û dîmenên girê Eyndarê bi dest xistin ku ew dîrok jî wiha ne;

  • 1’ê Berfanbara 2017
  • 29’ê Çileya 2018

Piştî ku dagirkeriya Tirkî gir topbaran kir, 50% ji deverê hat wêrankirin.

  • 3’yê Hezîrana 2018
  • 21’ê Tebaxa 2019

Di wêneyan de xuya dibe ku peykerê şêrê baziltî ji ser girê şûnwarî li başûrê perestgeha Hisî wenda bûye.

Li ba milîsên Ixwanî derfetên teknîkî nîne ku peykerê şêr yê mezin ji cî rakin, ji ber vê yekê teqez e ku desthilatên Tirkiyê ew şêr dizîn û birin nava Tirkiyê.

Tê zanîn ku devera dîrokî(Eyndarê) ji dema ku veguherî navendeke leşkerî, bûye navendeke rahênana ya avêtina çekê.

Toreya nûçeyan “Nîda Sûriye” ku bi ser opozisyona Sûrî ve ye, di dîroka 20’ê Îlona 2019’an de, dîmenekî rahênanên leşkerî bi çek û çebilxane yên yekîneyeke hêzên taybet ên “Cebha Wetenî ya Tehrîrî” weşand.

Related posts