Koçberên Efrînê amadekariyên demsala zivistanê li kampên Şehbayê dikin

AFRINPOST-Taybet

Şêniyên Efrînê yên koçber li herêmên Şehbayê amadekariya demsala zivistanê ya sêyemîn û rûbirûbûna zehmetiya jiyanê dikin. Lê tevî wê jî berxwedana wan ji bo vegera li cih û warê xwe her li pêş e.

Sala sêyemîn ji koçberiyê jî ber bi dawiyê ve diçe ku dagirkeriya Tirkî û çeteyên wê 20’ê Çileya 2018’an dest bi êrîşên dagirkirina Efrînê kirin. Îro koçberên Efrînê di kamp û malên wêranbûyî de li ber deriyê zivistaneke nû ne.

Di van rojên zehmet de, koçberên Efrînê hewl didin ku rê li ber ava baranê ji konên wan re bigirin, dikin. Ew keviran datînin derdora konan û hewldana dabînkirina tûr û naylonên blastîk ji bo sergirtina konan dikin.

Şaredariya gel a Efrînê bi hemû hêz û karmendên xwe û li gorî derfetên heyî hewl didin pêwîstiyên zivistanê yên sereke ji kampên li navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê re dabîn bikin.

Êdî dest bi belavkirina mazot û agirdankan li ser her malbatekê kirine. Di heman demê de cilûbergên zivistanê li şênî û koçberan belav dikin.

Welatiya bi navê Zeyneb Yûsif ku li kampa Serdemê ya herêmên Şehbayê dimîne, wiha dibêje:

Di zivistanê de baran û sermayeke xurt dibare, lanet li Tirkiyê û çeteyên wê were, hêvîdar in ku bêtir li vir nemînin, em vê zivistanê jî pêşwazî dikin, derbaskirina zivistanê li bin konan pir zehmet e ku her der dibe herî û av, em neçar in heta vegerê di nava van zehmetiyan de bimînin û wiha dewam dike;

bi hatina zivistanê re em li dora konên xwe xurt dikin û ser wan bi blastîkê digirin, da ku av derbasî wan nebe, lê dabînkirina wê pir zehmet e.

Welatî Riyad Izet Elo jî wiha got: Rast e ku em ketin sala sêyemîn a koçberiyê, û me rêkar berê jî girtibûn, lê belê pêwîst e dîsa em ser û dorhêla konên xwe xurt bigirin.

Related posts