Milîsên dagirkeriyê 3 xortên Kurd ji Tirkiyê dihatin li Ezazê bin çav kirin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Çarşemê 3 welatiyên Kurd li bajarê Ezazê, dema ji erdê Tirkiyê vedigerîn herêma Efrîna dagirkirî, bin çav kirin.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku welatiyên Kurd ên binçavkirî ev in; Ednan Cincî, Mistefa Şêxo û Besam Qilîç in. Ew ji şêniyên gundê Maratê yê bi ser Efrînê ve, ne û wiha dewam kir; milîsan xort Besam Qilîç di heman rojê de berda, lê çarenûsa welatiyên din hêjî nediyar e. Tiştê hatiye zanîn ku milîsan fidyeyên malî 2000$ ji xwediyên wan beramberî berdana wan xwestin.

Related posts