10 kesên din li navçeya Mabeta hatin binçavkirin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Çarşemê, 10 welatiyên Kurd li navçeya Mabeta bi bihaneya derketina nobedariyê di dema Rêveberiya Xweser de bin çav kirin.

Çavkaniyan teqez kirin ku ev pêngav di çarçoveya biserîkirina pêngavên beriya wê de tê ku wê beramberî berdana wan, wan neçarî dayîna fidyeya malî di bin navê garantiya malî de ku ew jî 600 lîreyên Tirkî ne.

Çavkaniyan navên 9 ji kesên binçavkirî belge kirin ku ew jî ev in;

  1. Luqman Izet Şabo 50 salî
  2. Subhî Elî Mîmeş 60 salî
  3. Welat Mihemed Oskîlo 60 salî
  4. Arif Reşîd Qerboz 75 salî
  5. Mihemed Elî Yûsif 54 salî
  6. Sidqî Mistefa Hembaşo 51 salî
  7. Mihemed Elî  Yûsif Yûsif 54 salî
  8. Elî Hisên Yûsif 57 salî
  9. Ednan Mihemed Mihemed Elî 60 salî
  10. Nasnameya wî nehat zanîn

Di 21’ê Îlona 2020’an de istixbarata dagirkeriya Tirkî xortekî Kurd bi navê Mihemed Hacî Hesen ji mala wî li bajarokê Mabeta bi bihaneya ku berê li gel Rêveberiya Xweser kar dikir, bin çav kir ku milîsan ew bir navenda xwe û piştre birin bajarê Efrînê.

Related posts