3 şêniyên Kurd li Mabeta hatin binçavkirin û nasnameya 5 şêniyên binçavkirî hatin aşkerekirin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Înê 11’ê Îlonê. 3 şêniyên Kurd ji navçeya Mabetayê bi bihaneya danûstandina li gel Rêveberiya Xweser bin çav kirin û navên wan jî wiha ne;

– Îbrahîm Xencer

– Îsmet Xoce

– Ehmed Mişko

Milîsan ew bin çav kirin û birin cihekî nediyar.

Girêdayî heman çarçoveyê, rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bêtir nasnameyên şêniyên Kurd ên binçavkirî li Cindirêsê ji aliyê çekdarên milîsên “polîsên leşkerî” ve aşkere kir û we jî ev in;

  • Kemal Yûsif û kurekî wî; ew ji şêniyên gundê Tirmîşa yê navçeya Şiyê ye. Li ba meclisa xwecihî ya dagirkeriyê ajokartî dikir. Di 3’ê Îlona 2020 de hat binçavkirin.
  • Luqman Yûsif birayê Kemal ji şêniyên gundê Tirmîşa û kurê xwe ve 3’yê Îlonê hatin revandin.
  • Xedîce Sirî keça Ebû Ebdo 32 salî li dermanxaneyeke taybet dixebite. Ew 10’ê Îlona 2020’an bi bihaneya danûstandina li gel Rêveberiya Xweser hat binçavkirin.
  • Cemîl Hemo ji şêniyên gundê Çûbana bi tawana karê wî li gel şirketa Heftaro di 10’ê Îlona 2020’an de hat revandin. Her wiha otomobîl û motosikletê wê jî hatin dizîn.
  •  Mihemed Bekir bi nasnav Memo Belek 00000ji şêniyên gundê qermitliq ku li navçeya Cindirêsê dijî, di 10’ê Îlona 2020’an de bi tawana ku dema Rêveberiya xweser derdiket nobedariya şevê hat binçavkirin.

Related posts