Hêzên dagirkeriya Tirkî 3 welatiyên Kurd li gundê Tirmîşa bin çav kirin

AFRINPOST-Taybet

Hêzên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî yên Ixwan Mislimîn 13’ê Tebaxa 2020’an, 3 welatiyên Kurd ji şêniyên gundê Tirmîşa yê navçeya Şiyê bin çav kirin û birin cihekî nediyar.

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeyê ragihand ku yên hatin binçavkirin navên wan wiha ne; Xelîl Menan Seydo 45 salî, Kamîran Xelîl Seydo 22 salî û Ferîd Xelîl Seydo 40 salî.

Istixbarata dagirkeriyê ew bin çav kirin û hêjî çarenûsa wan ne diyar e.

Ji destpêka meha Tebaxê ve li herêma Efrînê ya dagirkirî, hemleyên binçavkirinê yên zordar derheqê Kurdên li herêmê de dest pê kiriye ku heta niha hejmara kesên binçavkirî tenê di nava meha Tebaxê de gihîştiye 34 kesan. Ji wan navên hinekan hatiye belgekirin.

Related posts