Li gundê Mistaşûra, Birîmce, Hecqasmo û Tirmîşa çêkirina êzingan ji daran berdewam e

AFRINPOST-Taybet

Dizî li herêma Efrînê ya dagirkirî di bin sîwana dagirkeriya Tirkî û milîsên Ixwan Mislimîn de bi rê û rêbazên cuda tê kirin.

Çekdarên milîsên Îslamî Efrînê weke cihekî bi zêran dewlemend e, dibînin û her roj didizin û talan dikin. Her tiştê ku bi ber çavên wan dikeve, didizin. Di encamê de dixwazin nîşaneyên herêmê biguherînin û guhertina demografîk pêk bînin.

Di vê çarçoveyê de milîsên “Feyleqê 1’ê” ango “Lîwa Qaîdit Xezel” bi serkêşiya berpirsyarê ewlehiyê yê bi navê “Ebû Tûrab” ku gundê Mistaşûra yê Mabetayê dagir kirine, darên daristana gund dibirin û dikin êzing.

Her wih milîsan li dorhêla gundê Birîmce yê navçeya Mabetayê û gundê Qasimo û Tirmîşa yên navçeya Şiyê jî, beriya çend rojan dar birîn.

Çekdar êzingan difiroşin navendên milîs û niştedagîran.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê heta niha bi sedan ton êzing ji daran hatine komkirin.

Ji ber şewitandin û birîna dar û daristanên herêma Efrînê ya dagirkirî, metirsî heye ku gir û çiyayên herêmê bê dar bimînin û veguherin çolistan.

Related posts