Milîsên “Semerqend” li gundê Kefersefrê êrîşî 2 jinên Kurd kirin, li hemberî wan şêniyên Kurd serî hil dan

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyan xwe hat agahdarkirin ku milîsên “Semerqend” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, 20 Hezîranê li gundê Kefersefrê yê navçeya Cindirêsê êrîşî şêniyên Kurd di nav de jin hebûn, kirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku Şemiya derbasbûyî bi nîvro, pevçûn di navbera zarokekî niştedagîr û yekî Kurd de derket û wiha dewam kirin; bavê zarokê niştedagîr ku çekdarekî milîsên “Lîwa Semerqend” e, destwerdan ji pevçûnê re kir.

Her wiha bi şêweyekî hov êrîşî dayîka zarokê Kurd bi nav Zeyneb Xelîl Xilo ku jinebî ye, kir. Ji ber ku keça meta dayîka zarok bi nav Ferîde Osman Xilo piştgiriya wê kir û li kêleka wê sekinî çekdar êrîşî wê jî kir.  

Piştre niştedagîrên din jî hatin û çarçoveya pevçûnê berfireh bû. Şêniyên gundê Keferseferê hemû li kêleka her du jinan sekinîn û serî li hemberî vê bêmaftiya niştedagîran hil dan.

Şêniyan êrîşa niştedagîran li ser her du jinên Kurd rakirin û parastina wan kirin.

Ji ber vê yekê çekdarên milîsan bi zanabûna gule bi asîman de avêtin da ku şêniyên gund ên serî hil dane, bitirsînin. Bi wê tenê nekirin her wiha xortekî gund bi navê Masûd Osman Xilo revandin û birin navenda milîsan a li gund ku li wir lêdan û 4 saetan di bin îşkenceyê de hiştin, piştr berdan.

Milîsên Îslamî car caran bi armanca sivîlên Kurd ji xwe bitirsînin, êrîşên bi vî rengî li tevahiya deverên Efrînê pêk tînin. Her wiha rojane binpêkirin û sûcan bi armanca koçberkirina Kurdên li Efrînê mayî, dikin.

Related posts