Niştedagîrekî binavaniyek desteser kir da ku ji xwe re bike nanpêjgeh

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Ixwan Mislimîn ên dagirkeriya Tirkî û xwediyên wan ên niştedagîr bi zor û neçariyê desteserkirina mal û milkên koçberên Efrînê li herêmê berdewam dikin. Ew bi serbestî û tevî ku xwediyên hinek mal û erdan hene, tevdigerin, ne nirxên olî û ne jî yên exlaqî di ber çavan re derbas dikin û ti zagon jî tune ne ku rê li pêşiya sûc û binpêkirinên wan bigirin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku niştedagîrekî Idlibî binavaniyek(qebo) welatiyê Kurd bi navê Mihemed Arif ji şêniyên gundê Satiya yê navçeya Mabetayê desteser kir da ku ji xwe re bike nanpêjgeh û wiha dewam kir;

Rûpîvana binavaniyê bi qasî 200M û li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê dikeve.

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn mal û milkên koçberên Kurd û sivîlên li Efrînê mane wek xenîme û xelata dagirkirina herêmê (2018) dihesbîne.

Milîs mehane kirêya malan ji niştedagîrên ku ji Hums, Xûta û deverên din hatine, dibin. Her wiha Kurdên ku li malên nasên xwe de dijîn jî kirêyê(mafê mayîna di malan de) beramberî rûniştina wan di avaniyên ku dikevin herêma her milîsinan dibin.

Tê zanîn li Efrînê milîsan bajar û gundewarê wê di nava xwe de parve kirine û her yeke ji wan deverine herêmê kontrol dikin.

Related posts