Milîsên “Firqeya El-Hemze” werzên fêkiyan li gundê Basûtê û Birc Abdalo yên Şêrawayê talan kirin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên bi navê  “Ceyş El-Wetenî, Ceyş El-Hur” û xwediyên wan di çarçoveya plana istixbarata dagirkeriyê ya xizankirin û birçîkirinê de û bi armanca Kurdan ji Efrînê koçber bikin, dizî û talankirina mal û milkên sivîlên Kurd li herêma Efrînê berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şêrawayê ragihand ku milîsên “Firqeya El-Hemze” bi zanabûn werza (mewsim) fêkiyan(Xox, mişmiş  û hilûk) li her du gundên Basûtê û Birc Abdalo dizîn û talan kirin. Milîsan berhem li sûka Hal bi nirxên erzan û bi hevkariya li gel niştedagîrên ji gundê Til Cebîn ê gundewarê Heleb ê bakur firotin û wiha dewam kir;

Milîs nahêlin ku cotkarên gundên Eyn dara, Basûtê û Birc Abdalo zeviyên xwe av bidin, li gorî wan eger cotkar 20% ji rêjeya firotina berheman bidin, dê bihêlin av bidin.

Girêdayî wê nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê ragihand ku çekdarên milîsên “Firqeya El-Hemze” li gundê Feqîra yê navçeyê, gule bi şêweyekî bêserûber û bê sedem avêtin.

Kiryarên çekdarên milîsan hemdemî ku li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê diziya kabloyên elektirîkê li pêşiya çavên ”polîsên leşkerî” pêk tên, rûdidin. Milîs her kîloyeke baqirê di hundirê kabloyan de bi 8000L.S difiroşin.

Tevî ku du sal û 3 heyv di ser dagirkeriya Tirkî ji Efrînê re derbas dibin lê hêjî ti zagoon nîne ku welatiyan bi rêxistin bike û binpêkirin û sûcên çekdaran kontrol bike. Li gorî çavdêran dagirkeriya Tirkî bi zanabûn vê planê li Efrînê dimeşîne da ku sivîlên Kurd di rewşeke ne aram û tirsê de bijîn ku di encamê de ji cih û warên xwe koçber bibin û bêtir koçberên ku ji herêmên din ên Sûriyê anîne, li herêmê bi cî bike.

Related posts