Dagirkeriya Tirkî li gundê Mareskê yê Şera mala sivîlekî koçber hilweşand û ji tankên xwe re kir çeper

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî mala sivîlekî Kurd ji gundê Mareskê ji bo ji xwe re çeperekê ava bike hilweşand. Her wiha dagirkeriyê baregeheke xwe ji gundê Mêryemînê veguhast gundê Kefer Mizê yê navçeya Şera.

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şera ragihand ku dagirkeriya Tirkî li gundê Mareskê yê navçeyê mala welatiyê Kurd ê koçber bi navê Ciwan Adil Tobal ku ji ber êrîşên dagirkeriyê û milîsên wê ji  Efrînê koçber bûbû, hilweşand û wiha dewam kir; piştî ku dagirkeriyê mala wî hilweşand, trêksek anî û çeper rakir ku 4 tank li pişt wê çeperê bi cî kirin.

Nûçegihan destnîşan kir ku rêbend ji gundê Cilbirê heta gundê Mareskê ketin jêr kontrola dagirkeriya Tirkî ango hemû kesên ku li ser wan rêbendan disekinin leşkerên Tirk in. Tê bawerkirin ku ji ber ew herêm nêzîkî xalên rêjîma Sûrî û Hêzên Rizgariya Efrînê (HRF) ne, ew qas girîngiyê dide wan rêbendan.

Girêdayî kiryarên bi vî awayî, dagirkeriya Tirkî di nava sala 2019’an de bi mebest bircên komunîkasyonê yên Sûrî ji Efrînê rakirin.  Armanca rakirina bircên komunîkasyonê ew bû ku peywendiyan di navbera sivîlên Kurd li Efrînê û derveyî Efrînê de wek herêmên Şehbayê, Heleb û ji bilî wan, qut bike, bû. Her wiha dîwar di navbera gundên dagirkirî li Şêrawayê û gundê Efrînê yên jêr kontrola hêzên rêjîma Sûrî de danî. Wê demê şêniyên Efrînê yên koçber ew kiryar şermezar kirin û gotin ku dagirkerî dixwaze Efrînê bi ser Tirkiyê ve bike.

Related posts