2 kurd li Efrînê li rêbenda Qos û çerxerêya Kawa hatin revandin û çarenûsa wan ne diyar e

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, astengkirin û pêkanîna sûcên mirovî derheqê şêniyên kurd ên li Efrînê mane de, di çarçoveya hewldanên koçberkirin û niştedagîriyê de berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de milîsên “Emin Siyasî” roja Sêşemê 10’ê Adarê, xortê kurd ê bi navê Ciwan Cemîl Îbiş li ser rêbenda Efrînê ya bi navê “Qos” naskirî ye, bi hinceta ku berê tevlî nava erka parastina xweser a rêveberiya xweser bûbû, revand û birin cihekî nediyar.

Nûçegihan diyar kir ku welatî Ciwan 27 salî ye ji şêniyên gundê Kefercenê yê navçeya Şera ye.

Her wiha beriya hefteyekê welatiyê Kurd Ebû Reşîd li herêma çerxerêya Kawa li navîna Efrînê hat revandin û heta niha çarenûsa wî ne zelal e.

Welatî Ebû Reşîd ji gundê Emara yê navçeya Mabeta ye û bi taksiya xwe berî ku milîs jê bistînin li nava bajêr kar dikir.

Related posts