Milîsên Ixwanî desteserkirina malan li Efrînê bi hinceta peywendiya bi YPG’ê re berdewam dikin

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanên Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihandin ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn di desteserkirina mal û milkên şêniyên herêmê yên resen de, bi hêza çekê û neçariyê berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de milîsên “Rîcal Elherb” yên “Cebha Elşamiyê” bi zanabûn mala welatiyê kurd “Hesen Imo” ji şêniyên gundê Turindê bi 1500$ li gorî girêbesteke ji aliyê “meclisa navxweyî” muhrkirî ye, firot şêniyekî Idlibî.

Mala welatî li dorhêla baxçeyê Eşrefiyê ya Efrînê dikeve.

Her wiha milîsên “Elmuntesir billah” ên “Ehrar Elşerqiyê”  xotekî kurd bi navê(Ş.H) ji şêniyên gundê Dîkê ye, ji mala wî ya li beramberî lîstikgeha Beledî ya Efrînê qewitand û mala wî desteser kir. Lê zêde firoşgehên bazirganiyê li heman herêmê bi hinceta peywendiya wî bi YPG’ê re hebû, desteser kirin û bi kirê dan niştedagîran.

Çavdêr dibînin ku pereyên kêm ên ku niştedagîr pê mal û erdan ji meclisa navxweyî yan çekdaran dikirin ku nagihîne çarîka buhayê rast, xwedî du armancên sereke ne; yek meclisa navxweyî û endamên milîsên Ixwanî dixwazin bêtir pereyan ji mal û milkên şêniyên Efrînê yên koçber û yên li Efrînê mane, qezenc bikin, armanca duyem jî niştedagîr dixwazin bi şêweyekî her timî li Efrînê bimînin bêyî ku rastî astengiyên çekdaran werin ji ber ku hin caran çekdar, niştedagîran jî şantaj dikin da ku pereyan ji wan bistînin.

Çavdêr destnîşan dikin ku rewşa li Efrînê dê bi vî rengî ewqas dirêj neke, ji ber ku ji milekî ve asta şer li Idlibê di navbera hêzên rêjîma Sûrî û Rûsiya û dagirkeriya Tirkî û çekdarên Ixwan Mislimîn ji aliyekî din ve bilind û gur dibe. Ji ber nakokiyên di navbera van aliyan de, dê herêma Efrînê ji dagirkeriya Tirkî rizgar bibe û vegere şêniyên wê yên kurd ên resen.

Related posts