kampeke nû li Mabeta bi armanca niştedagîriyê hat avakirin.

Afrinpost-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Mabeta ya gundewarê Efrîna dagirkirî, ragihand ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwan Mislimîn bi zanabûn kampeke nû li navçeya Mabeta ji bo malbatên ji Idlibê reviyane, pêşwazî bikin û li Efrînê niştecih bikin.

Nûçegihan diyar kir ku milîsên Îslamî bi dehan ji darên kevnar ji bo avakirina kampê, hildikin ku heta niha bêtirî ji 30% daristanên Efrînê bê dar mane.

Ji ber topbarana balafirên Rûsî û pêşveçûnên rêjîma Sûrî li ser hesabê milîsên Îslamî û cîhadîst ên dagirkeriya Tirkî, şêniyên Idlibê qelf bi qelf ji Idlibê direvin û berê xwe didin Efrîna dagirkirî.

Di vê çarçoveyê de meclisa dagirkeriyê ya navxweyî li navçeya Bilbilê, 4’ê Sibatê bang li rêxistinên mirovî kir ku destê alîkariyê bidin bi hezaran ji malbatên ji Idlibê reviyayî.

Meclisa dagirkeriyê diyar kirk u bêtirî 800 malbat gihîşt navenda navçeyê û gundên girêdayî wê.

Li gorî çavkanî û çalakvanên li Efrîna dagirkirî kar dikin, malbatên niştedagîr wiha li navçeyên Efrînê belav bûne:

1- Navçeya Bilbilê: 850 malbat

2- Navçeya Şera:  derdora 1850 malbatî

3- Navçeya Raco: 750 malbat

4- Navçeya Cindirêsê: 652 malbat

5- Navçeya Şiyê: 375 malbat

6- Navçeya Mabeta: 470 malbat

7- Navçeya Şêrawa: 400 malbat

Her wiha jî hejmareke mezin ji niştedagîran li navenda herêmê bi cî bûn. Bi hatina şêniyên nû yên gundewarên Idlib û Helebê barê şêniyên Efrînê yên resen bêtir giran bûye.

Related posts