Dagirkeriya Tirkî şêniyên kampeke li ser rêya Cindirêsê şiyar kirin ku kampê vala bikin

Afrinpost-Taybet

Hêzên dagirkeriya Tirkî û milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn roja Duşemê 24 saet dan şêniyên kampeke li ser rêya Cindirêsê ku ji kampê derkevin û vala bikin.

Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Cindirêsê ragihand ku ti sedemên vê biryarê nehatine zanîn û diyar kir ku kamp ji 200 kon ku piraniya wan ji şivanên niştedagîran e, pêk tê û wiha dewam kir; hêzeke leşkerî ji 300 çekdar ji istixbarata Tirkî û milîsên “şurta medeniyê” û leşkerî pev erebeyên zirxî, kampeke wek wê li xaçerêya gundê Keferdelê li ser rêya Efrîn-Cindirêsê tevî nerazîbûna şêniyên gund, ava kiribûn, rakirin.

Nûçegihan teqez kir ku kamp ji 50 konî pêk dihat û piraniya niştecihên wê ji koçberên gundewarê Idlibê bûn û diyar kir ku ew kamp ji ber ku li ser rêya sereke dikevin, tên rakirin.

Related posts