Piştî revandinê bi 3 mehan milîsên Îslamî bazirganekî kurd kuşt

Afrinpost-Taybet

Duh roja Şemiyê 1’ê Sibatê termê welatiyê kurd Seîd Reşîd Mecîd ê 50 salî li dorhêla girên gundê Hisê (Mîrkan) yê navçeya Mabeta ku şopên îşkenceyê li ser gewdeyê wî hebûn, hat dîtin.

Welatî Seîd Mecîd bazirgan bû û ji şêniyên gundê Etmana yê navçeya Raco ye, beriya 3 mehan çekdarên Ixwan Mislimîn ew revandibû.

Li gorî çavkaniyên ji Efrînê, ofîsa aborî ya milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” bi serkêşiya “Ebû Umer”  bangî hemû bazirganên zeytê kirin û ji wan xwestin ku destûrnameyê ji ofîsa  aborî ya milîsan, piştî dayîna bacê bi qasî 10000$ Amerîkî, bigirin.

Lê zêde bazirgan bi rêya soznameyê neçarî dayîna bacê li ser tenekeyên zeytê yên ji navçeyê bi rêya wan dertên kirin ku ew bac bi rêjeya 20% ye, bidin. Her wiha firotina zeytê tenê bi bazirgan Tamir Kirîdî û wekîlên wî yên li bajarê Efrînê û navçeya Cindirêsê ve girê dan. Li gorî çalakgeran, milîsan gef li bazirganên ku van perspektîfan bin pê bikin an gilî li wan li ba desthilatên dagirkeriya vekin, xwarin.

Li gorî agahiyên li ber dest, bazirgan Seîd nerazîbûna xwe li hemberî şert û mercên ofîsa aborî ya milîsan, nîşan da ku piştî wê çekdarên milîsên “El-Şerqiyê”  bi serkêşiya “Ebû Nûr” ew di meha Mijdara 2019’an de pev 19 hezar dolar revand.

Rûpela gundê Etmana diyar kir ku milîsan, rihmetî bi planekê dema ku ji Efrînê vedigerî mala xwe sekinand û revand.

Piştî revandinê, milîsan ji malbata wî 20 hezar dolar wek fîdye beramberî berdana wî xwestin û bi rastî jî malbatê pere dan lê belê milîsan ew berneda.

Milîsên “Ceyş El-Şerqiyê” di 27’ê Sibata 2019’an de têkildarî binpêkirinên çekdaran daxuyaniyek da ku tê de hewl dan çekdaran bêguneh bikin û van sûcan di çarçoveya kiryarên takekesî de bi nav bikin.

Di vê çarçoveyê de çalakger û şêniyên Efrînê dibêjin ku ew sûcên ku li herêma Efrînê têne kirin, ne takekesî ne, bi zanabûn û giştî ne. Hemû çekdarên milîsan van astengî û sûcan dikin da ku şêniyên Efrînê koçber bikin û li şûna wan malbatên xwe bi cî bikin.

Related posts