Milîsên“Feyleq El-Şam” ji bo niştecihkirina malbatên xwe, şêniyên 2 gundên kurdî koçber kirin

Afrinpost

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku yên bi navê“Hêzên Ewlehiyê” yên milîsên “Feyleq El-Şam”,  şiyarî dan nêzîkî 150 malbatî ji niştedagîrên gundewarên Hema, Idlib, Heleb û hinek malbatên kurdî yên resen ên gundên Îska û Celemê yên navçeya Cindirêsê ku ji bilî hinek malbatên milîsan, malên xwe vala bikin.

Rewangehê da zanîn ku milîsan beramberî jiyana li malên ku “Feyleq El-Şam” ji malbatên kurdî desteser kirine, pere ferz kirin.

Rewangehê sedemên daxwaza milîsan a valakirina malên şêniyên kurd ên resen û niştedagîran bi bîr nexist, lê xuya ye ku milîs dixwazin malbatên xwe û yên jê re alîgir li şûna wan bi cî bikin lê zêde malbatên ku mehane pereyan weke kirê bidin wan, niştcih bikin.

Agahiyên derbarê niştecihkirina xelkên ku ji ber şerê li Idlibê reviyane ku milîs wan li Efrînê bi cî dikin, bê navber ji Efrînê tên.

Di 9’ê Çileyê de, Afrinpost agahî bi dest xistin ku milîsên“Şûhada El-Bedir” yên “Ehrar El-Şerqiyê” derdora 20 avahiyên niştecihiyê ku milîsan li herêma otostrada xerbî li bajarê Efrînê ji bo bi kirê bidin koçberên Idlibê, amade kirine.

Her şiqeyek mehane bi 15 hezar lîreyên Sûrî tê kirêdan û wek tê zanîn ku her avahiyek ji 8 heyanî 10 şiqeyan pêk tê.

Gefxwarina milîsan ji şêniyên gundê Îska û Celemê re pişt ku milîsên “Firqeya El-Hemze” bi çend rojan şêniyên gundê Kîmar û Beradê ji malên wan koçberkirin, tê.

Related posts