Afrinpost-Taybet
Çavkaniyên Afrinpostê ragihandin ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, şêniyên resen ên gundekî li gundewarê Efrînê yê rojhilat, agahdar kirin ku malên xwe ji niştedagîrên ku ji ber bombebarana rêjîma Sûrî ji gundewarê rojavayê Helebê û Idlibê reviyane, vala bikin.
Çavkaniyan teqez kirin ku milîsên“Firqeya El-Hemze”, 3 roj weke dem ji bo şêniyên gundê Kîmarê diyar kirin ku malên xwe vala bikin û derkevin. Ev xwesteka milîsan di çarçoveya berdewamiya plana guhertina demografîk de, tê.
Li hemberî van sûcên dijmirovahî jî, hemû saziyên mirovî yên navdewletî û herêmî bê deng in.
Şêniyên kurd yên li Efrînê mane, diyar dikin ku bêdengiya li hemberî van sûcan û ne şandina tîmeke lêpirsînê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji bo şopandina rastiya li ser erdê, nîşan dide ku ew jî hevkarê sûcên dewleta Tirk û milîsên wê ne.
Beriya gefxwarina milîsan ji şêniyên gundê Kîmarê re, bi çend rojan heman milîsan(El-Hemze) daxwaz ji 11 malbatên kurd ên gundê Beradê kirin ku malên xwe vala bikin û jê derkevin. Wê demê bi rastî malbatên Beradê xwesteke milîsan bi cî anîn û ji malên xwe derketin û çûn bajarê Efrînê ku li wir nûçegihanê Afrinpostî rastî hinek malbatan hat û jê re diyar kirin ku tevî Efrîn bi şêniyên Idlibê tijî jî bûbû, ew li malên bi kirê digerîn.
Dagirkeriya Tirkî şerê ku li Idlibê dibe weke fersend ji xwe re dibîne ku şêniyên ji wir direvin li Efrînê bi cî bike, ji ber vê yekê hemû deriyên sînorî li pêşiya şêniyên Idlibê girtine.
Di nava du rojên derbasbûyî de, nûçegihanê Afrinpostê xuya kir ku bêtirî 360 malbatên Idlibî gihîştin navçeya Bilbilê û bêtirî 400 malbat gihîştin navçeya Şera her wiha 280 malbat jî, li navçeya Mabeta hatine bicîkirin. Lê zêde ku navçeya Cindirêsê û navenda Efrînê jî bi malbatên ji Idlibê reviyayî tijî bûne.