Tevî neçariya koçberiyê … li Şehbayê festîvala şanoyê dest pê kir

Afrinpost-Taybet

Roja Şemiyê piştî lidarketina festîvala desteya Çand û Hunerê, roja Yekşemê festîvala Mîtan a şanoyê bi sezona xwe ya 4’ê, li hola Çand û Hunerê li navçeya Ehdas a herêmên Şehbayê dest pê kir.

Di vekirina festîvalê de, nûnerên sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, meclisa rêveberiya kantona Şehbayê, Kongra Star, partiya Sûriya Pêşerojê û malbatên şehîdan amade bûn.

Festîval bi deqeyeke rêzgirtinê li ser rihê şehîdên berxwedana Efrînê û tevahî herêmên bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên girêdayî Ixwan Mislimîn ku navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî/Ceyş El-Hur” li xwe kirine, dest pê kir.

Piştî wê belgefîlmekî kurt li ser êş û trajediya şêniyên Efrînê dema di rêya Cebel Ehlam re koçber dibûn û qonaxên derketina şêniyan a bi zorê nîşan dida, hat pêşkêşkirin.

Piştre festîvala Mîtan, kesayetên rewşenbîrî û hunerî yên ku binesaziya navenda Çand û hunerê damezirandine, xelat kirin. Piştre axaftin ji aliyê hevseroka desteya Çand û Hunerê Medya Hemdek û kordînasyona kongra Star Hediya Yûsif ve hatin kirin.

Axêveran diyar kirin ku tevî koçberiya bi zorê şêniyên Efrînê bi ax û çanda xwe ve girêdayî ne û pêşandana festîvala Mîtanê jî teqeziya vê yekê ye û wiha dewam kirin; ev hêz û israr wê rizgariya Efrînê bi xwe re bîne.

Her wiha festîvalê belgefîlmekî din derbarê rastiya Mîtanê di her sê sezonên berê de û asta ku gihîştiye, pêşan da û piştre jî şanoyeke pêlîstokên livok derbarê vîna kesê/a ku qedera xwe diguhere hat pêşkêşkirin.

Di festîvalê de, 10 şano wê werin pêşkêşkirin û ew jî wiha ne; Taca Zêrîn, Tenê Henek Bû, Olompiyad, Qêrîn, Heydoyê Pêkenok, Odeya bêçûk, Tu Bi Xêr Hatiye Cuha, Nesrîn, Derwêşê Evdî, Xetên Reş.

Şano 12 rojan ji dîroka destpêkirina festîvalê, berdewam dike û 100 endam ji koçberên Efrînê beşdar dibin.

Festîvala Mîtan bi sezona xwe ya 4’ê ji ber rewşa koçberî û binpêkirinên ku dagirkeriya Tirkî li Efrînê dike, ji her sê sezonên xwe yên berê cuda ye.

Related posts