Milîsên El-Emşat berhema 400 darên zeytûnê li gundekî Şiyê talan kirin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên ”Firqeya Sultan Silêman Şah” ku bi navê ”El-Emşat” naskirî ne, talankirina berhemên zeytûnan li navçeya Şiyê bê navber dewam dikin. Ew niştedagîran bi kom bi rêxistin dikin û berdidin nava zeviyên şêniyan.

Di vê çarçoveyê de çavkaniyeke xwecihî ji Afrinpostê re ragihand ku milîsan roja Çarşemê berhema (400) darên zeytûnê yên welatiyekî Kurd bi navê Henîf Mistkêlo talan kirin. Zeviyê Henîf ê ku hatiye talankirin li dorhêla guvaştgeha ”El-Kurdî” li gundê Erendê ye.

Çavkaniyê da zanîn ku milîs hêjî talankirina zeviyên şêniyan didomînin ku carên bê zeviyê kê ji şêniyan were talankirin, ne xuya ye.

Afrinpostê Yekşema borî ragihandibû ku werşeyeke ji 80 niştedagîrî, zeviyên di navbera gundê Erendê û bajarokê Şiyê de û bi taybet ên li dorhêla guvaştgeha Hemaş li deştên gundê Erendê yên rojava di bin parastin û desteka milîsên El-Emşat de talan kirin.

Related posts