Desthilatên dagirkeriya Tirkî şêniyekî Kurd beramberî 3000$ berda

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî 11’ê Îlonê 2021 şêniyekî Efrînî bi navê Ismaîl Hesen bi nasnav ”Semo” piştî derdora mehekê ji binçavkirinê berda.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku şênî ”Semo” bi tawana ku berê peywendiyên wî bi Rêveberiya Xweser re hebû hat binçavkirin û milîsan ew beramberî 3000$ berda.

Milîsên dagirkeriyê şênî Ismaîl 29’ê Tîrmehê 2021 li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê bin çav kiribû û tirimpêla wî jî desteser kiribû.

Related posts