Afrinpost-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Şiyê ragihand ku milîsên îslamî yên girêdayî dagirkeriya tirk û rêxistina îxwan misilmîn, roja çareşemê, mixtarê gundê Tirmîşa Idrîs Zekî Qere Hiso revand û wiha dewam kir:
Grûpeke çekdaran ew revand lê zêde dema ku ji Tirmîşa pev hevjîna xwe Fatme Menan Koro ya 65 salî diçûn Efrînê, erebeya wî ya taybet(ji cureya Van) jê dizîn.
Hevjîna wî Fatme beriya 2 hefteyan hatibû revandin û di zîndanên milîsên ” Sûltan Silêman Şah” de yên girêdayî ” Mihemed Casim)Ebû Emşe( rastî îşkenceyeke tund hat ku di encamê de rewşa wê ya tenduristî xirab bû.
Tê zanîn ku di 5’ê Mijdara derbasdar de, milîsên “Lîwa El-Fetih/Firqeya 132” bi ser gundê Tirmîşa de girtin û 6 sivîl di nav de 2 jin ku 65 salî derbas kirine bi tawana ku berê bi rêveberiya xweser re didan û distandin, revandin.
Navên 6 sivîlên revandî hatin belgekirin û ew jî wiha ne:
1- Fatme Menan Koro 65 salî
2- Mihemed Yûsif Riho 70 salî
3- Hevjîna Mihemed Yûsif Riho 65 salî
4- Rehîm Betal Moso 58 salî
5-Elî Fehîm Koso 35 salî
6- Idrîs Henan Kîlo 30 salî