Ji Efrînê heyanî Babê … şerê navxweyî li ser dizî, talanî û dahatîyên rêbendan derdikeve

Photo Credit To Nêt

Afrinpost
Malperine alîgir ji milîsên Îslamî re teqez kirin ku dawiya hefteya borî ji ber şerê di navbera milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” û “Ehrar El-Şam” de yên ku di bin sîwana milîsên ” Ceyş El-Watanî El-Sûrî” yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn de, du sivîl hatin kuştin.


Li gorî wan navgînên ragihandinê, ew her du sivîl ji ber şerê navxweyî li ser rêya Bab-Raî ya li rojhilatê Helebê rastî guleyên milîsan hatin piştre ew birin nexweşxaneya Babê ku li wir jiyana xwe ji dest dan.


Malperên opozisyona Îxwanî destnîşan kirin ku şerê di navera milîsan de li ser tawanên revandina kel û pelên xwarin, mih û baqirê bo herêmên Hêzên Sûriya Demokratîk û herêmên rêjîma Sûrî çêbû.


Bi xwe nakokiya ku di navbera milîsan de derketiye li ser dahatiyên revandina kel û pelan de bû û ne wek ku navgînên ragihandinê yên Ixwan Misilmîn propaganda jê re dikin, in ku hinek milîs danûstandina li gel rêjîmê ya revandina tiştan bo herêmên wê red dikin,e.


Ev derewên idîayên milîsên Îslamî ya şerê li dijî rêjîma Sûrî, dema ku fermanên dagirkeriya Tirkî ya neşerkirina li dijî rêjîmê, aşkere bûn.

Êdî milîsan tenê li hemberê Hêzên Sûriya Demokratîk şer dikin ku ev yek jî diyar dike ku milîs tenê ji bo pereyan şer dikin û ne di xema wan de ye ku dagirkeriya Osmanî careke din derbasî bakurê Sûrî û Lîbiya û ji xeynî wan ji welatên dîtir, bibe.

Post source : şopandin

Related posts