Piştî dizîna erebeya hevjînê wê yê şehîd, milîsên îslamî û dagirkeriya tirk jineke kurd revandin

Piştî dizîna erebeya hevjînê wê yê şehîd, milîsên îslamî û dagirkeriya tirk jineke kurd revandin
Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Dewriyeke hevbeş ku bi navê milîsên”Ewlehiya Siyasî” tê naskirin û istixbarata dagirkeriya tirk, sibeha roja Pêncşemê, bi ser mala jineke kurd bi navê” Şîrîn Ebid-Elqadêr de girtin.


Milîsan berî biserdegirtina mala wê, erebeya hevjînê wê û 2 milyon lîreyên sûrî jê dizîbûn. Ji ber vê yekê wê(Şîrîn Ebid El-Qadêr) doz li dijî milîsên îslamî rakir dadgehê.
Rêzdar Şîrîn jinebiya şehîd ” Kamîran Nebî Menan Elî 45 salî, ji şêniyên gundê Avrazê ye.


Hevjînê Şîrînê di 16’ê Berfanbara 2018’an de(kanûna yekem) di teqîna ku li sûka Hal de çêbûye de, şehîd bû û 2 zarok li pey xwe hiştin.


Her wiha heman dewriyê xwîşka Şîrînê û lawê wê di heman hemleyê de girtin lê belê piştre berdan û Şîrîn li ba xwe di zîndanê de hiştin.


Têkidarî hemleyên girtinê, nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda Efrînê ragihand ku di nava bajar de bi awayekî balkêş û aktîv, erebeyên reng spî ji beriya hefteyekê ketine tevgerê. Tê texmînkirin ku ew erebe girêdayî istixbarata Tirkiyê ne. Li gorî nûçegihan, hemleyên

girtinê li Efrînê pir bûne û gelek şênî di van hemleyan de hatine girtin lê zehmet e ku her rewşek were şopandin.


Dagirkeriya tirk di nava Mijdara derbasdar de, hemleyên girtina jinên kurd pir kirine da ku zorê bidin ser şêniyên Efrînê yên resen û bidin koçberkirin ku li şûna wan malbatên çekdaran werin bicîkirin.


Ji ber zor û binpêkirinên ku dagirkeriya tirk derheqê şêniyên kurd de dikin, rêjeya kurdan ya berî dagirkeriyê ji 95% bû, piştî dagirkeriyê daketiye nêzîkî ji 25%.

Post source : taybet

Related posts