Afrinpost-Şopandin
Hêzên Rizgariya Efrînê roja înê ragihandin ku wan 4 çekdarên girêdayî milîsên îslamî yên girêdayî dagirkeriya tirk û rêxistina ixwan misilmîn ku bi navê ” Ceyş El-Hur, Ceyş El-Wetenî) naskirî ne, kuştin û wiha dewam kirin; hêzên me bi rêya du operasyonan li dijî artêşa dagirkeriya tirk li Efrînê û herêma di navbera bajarên Raî û Ezazê de pêk anîn.
Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê her du operasyonan daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir û wiha hat gotin: Di çarçoveya operasyonên me yên tolhildana li dijî artêşa dagirkeriya tirk û çeteyên wê ve, hêzên me 2 operasyon li Efrînê û herêma di navbera bajarên Raî û Ezazê de pêk anîn.
Di hûrikiyên daxuyaniyê de wiha hat gotin: Di 13’ê Mijdara derbasdar de, hêzên me operasyonek pêk anî û xefikek ji çeteyên Tirkiyê re di herêma navbera bajarên Raî û Ezazê de vegirt ku di encamê de 2 çete hatin kuştin.
Di 14’ê heman mehê de, hêzên me operasyonek li navçeya Mabeta li dijî çeteyên şehîdên Bedir pêk anî, di encamê de 2 çete hatin kuştin.“