Milîsên Îxwanî li Efrînê kurdan neçarî piştgiriya operasyona Tirkî li Idlibê dikin

Afrinpost-Tyabet

Dagirkeriya Tirkî bi rêya milîsên Ixwan Mislimîn, bajarê Efrînê, Serê Kaniyê, Girê Spî her wiha Cerablus, Ezaz, Marih û ji bilî wan ji bajarok û gundan ên Sûrî dagir kirin ango ji dagirkeriyê ajantî kirin, bi hinceta dijatiya rejîma Sûrî, rewatî dan dagirkeriyê û bi vî rengî bajarên Sûrî talan û wêran kirin.

Niha rêxistina Ixwan Mislimîn ên bi navên cuda wek “Ceyş Elhur”, “Cebhet Elnûsra” û yên dîtir, bi hemû hêza xwe hewl didin ku dagirkeriya Tirkî ji parêzgeha Idlibê re rewa bikin.

Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên “Selah Eldîn” yên milîsên bi navê “Feyleqa Sê” ku piraniya wan ji gundewarê Babê û Sifîrê ne, li nêzîkî avaniya serbazkirinê ku berê girêdayî erka xweparastinê ya rêveberiya xweser bû, li ser rêya Cindirêsê meşeke piştevanî û alîgiriyê ji bo operasyona dagirkeriya Tirkî ya bi navê “Mertala Biharê” bi rêxistin kirin. Her wiha bi heman armancê li qada Azadî jî meşek li dar xist.

Nûçegihan destnîşan kir ku roja Înê li mizgeftên Efrînê, gotarên olî derbarê biratiya Kurdî-Erebî de hatin pêşkêşkirin. Gotarên olî derbarê binpêkirin û sûcên şer ên derheqê sivîlên kurd de tên kirin, wek kiryarên takekesî bi nav kirin û xwestin bi vî awayî şêniyên kurd careke din bixapînin.

Her wiha li kêleka gotarên olî, ayeta Elfetih û lava(dua) ji bo serkeftina artêşa Tirk û çekdarên Ixwan Mislimîn xwendin.

Dagirkeriya Tirkî û milîsên Ixwan Mislimîn bi hinceta ku kurd cudaxwaz in, êrîşî wan kirin, bajarên kurdan dagir û talan kirin, lê belê êrîşên wan ên bi hiceta parastina sivîlan, li dijî rejîma Sûrî li Idlibê,  durûtî, derew û armancên sereke yên dagirkeriyê aşkere kirin.

Related posts