Li Efrînê: Meclisa dagirkeriyê hejmara saetên ampêran daxist nîvî

Li Efrînê: Meclisa dagirkeriyê hejmara saetên ampêran daxist nîvî
Photo Credit To nêt

Afrinpost-Taybet
Ya ku bi navê” Meclisa Navxweyî” ya girêdayî dagirkeriya tirk û rêxistina ixwan misilmîn naskirî ye, giştînameyek derxist.


Meclisê di giştînameyê de û piştî ku nirxên mazotê bilind bûn, hejmara saetên kehrebeya malê daxist nîvî. Bilindbûna nirxên madeya mazotê jî vedigere êrîşên dagirkeriya tirk ji herêmên bakurê Sûrî
re.


Nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda herêma Efrînê ragihand ku meclisa navxweyî ya dagirkeriyê biryarek li ser xwediyên ceneretorên kehrebeyê giştî kir. Li gorî biryarê ceneratorên ampêrên kehrebeyê rojane tenê 5 saetan bi buhayê 1500 lîreyên sûrî ji bo yek ampêrî û bi hefteyekê, tên xebitandin.


Berî ku ev biryar derkeve, hejmara saetên kehrebeya ampêran rojane 10 saet bûn.


Her wiha nirxê bermîleke mazotê gihîşt derdora 95 lîreyên sûrî û nirxê lîtreyeke Benzîn gihîşt navbera 550 û 600 lîreyên sûrî.


Sedema bilindbûna nirxên madeyên sotemeniyê vedigere bacên ku milîsên îslamî yên dagirkeriya tirk li ser sarincên sotemeniyê yên ku ji Rojhilatê Furatê tên her wiha ji ber êrîşên dagirkeriyê bandora qutbûna rêya duwelî jî li ser wê buhabûnê heye.


Bilindbûna nirxên madeya mazotê bandor li gelek aliyên jiyanî kir û bi taybet bi hatina demsala zivistanê re êş û zehmetiyên şêniyên Efrînê yên resen zêde kir lê zêde binpêkirin û gunehkariyên ku ji aliyê çekdarên milîsên îslamî ve tên kirin û siyaseta birçîkirinê ya ku bi rêya dizî û buhabûnê li ser şêniyan tê meşandin.

Post source : Tayet

Related posts