AFRINPOST- Taybet
Milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê ji 3 rojan ve dest bi hemleya girtina xelkê Efrînê li navenda Efrînê/Rojava kiriye.
Nûçegihanê AFRINPOSTê ji Efrînê ragihand ku milîsên dagîrkeriya Tirkiyê sivîlan li navenda Efrînê digire, bi teybet yên nêzî çerxeriya (dûwar) Maratê li nava bajêr.
Herwisa nişan bi wê yekê kir ku milîsên îslamî di vê hemlê de 20 sivîl girtine, jê hinek ji xelkê gundên „Kotana“ û „Komreşê“ ne.
weke tê zanîn ku îro roja selvegera hêrîşkirina dagîrkeriya Tirkiyê li ser herêma Efrînê ye û di vê rojê de dagîrkeriya Tirkiyê bi riya milîsên îslamî hewil dide ku dûrî ragihandinê, hemleya girtina sivîlan birêve bibe.
Hêjayî gotinê ye ku dagîrkeriya Tirkiyê nahêle ragihandinên Azad û serbixwe derbasî herêma Efrînê bibe, berovajê tenê ragihandina dagîrkeriya Tirkiyê û ragihandinên ku bi ser milîsên wên yên îslamî ve li wir kar dikin.
Weke bîrxistinekê ku „Heysem El-Efêsî“ berpirsiyarekî milîsên îslamî ye, berî niha ji alaveke ragihandinê ye bi ser opozîsiyona sûrî re gotibû ku divê girtina sivîlan li Efrînê, ku ew weke hevkarê YPGê û rêveberiya xweser bi nav dikin, dûrî ragihandinan werin kirin, da girtina sivîlan nebe dozeke Nerîna Giştî.
Herwisa „El-Efêsî“ gitibû: „divê hêzên me (milîsên îslamî) yên ewlekariyê bi dîzî kar bikin, da fişara (zext) ragihandinê li ser me kêm bibe“. Ango divê dûrî ragihandinê Efrîniyan zîndan bikin…