AFRINPOST- Taybet
Ji roja ku dagîrkeriya Tirkiyên li gel milîsên îslamî herêma Efrînê/Rojav dagîrkiriye ve, aramî û ewlehî li herêmê nemaye, bi dehan Efrînî (jin, zarok, kal, pîr) bûne qurbaniyên şerê milîsan û teqandina bombeyan.
Nûçegihanê AFRINPOSTê ragihand ku îro 2 Teqînên bi bombeyan li Navenda bajarê Efrînê rûdaye, yek li pêş Geraga (wêstgeha) bajêr li cihekî vala teqiyaye û yê din jî di Otobûsekê/Service çûnehatinê de teqiyaye, ku xwediyê Otobûsê kesekî bi navê „şêx“ e, di encamê de şehîd û birîndarên sivîl jî hene, ku rakirine nexweşxaneya bajêr.
Peyamnêrê me diyar kir ku hêzên dagîrkeriy Tirkiyê bi lez xwe gihandine cihê bûyerê û hemî rê girtine, heya niha jî nexuya ye ka hejmara qurbaniyan çend e.
Tê zanîn ku ji destpêka vê hefteyê de 3 teqîn pêk hatine, ku êvara înê bombeyek li pêş navenda berê ya asayîşê li taxa Mehmûdiyê teqîbû.
herwisa duh şeva şemiyê nûçegihanê AFRINPOSTê da diyarkirin ku 2 çekdarên milîsên îslamî (Feyleq El-rehman) yên dagîrkeriya Tirkiyê, di teqandina bombeyekê li binkeya leşkerî ya li gundê „Qîbarê“ de, hatin kuştin.