AFRINPOST
Ji bona ragihandina Herêma Ewle li Bakurê Sûriyê, Neteweyên Yekbûyî (UN) 3 merc destnîşan kirine, pêşî divê Encûmena (meclîsa) Ewlekariya Navdewletî bicive û biryara Herêma Ewle li Bakurê Sûriyê bide.
Herwiha sêkrêtarê giştî yê Netweyên Yekbûyî „António Guterres“ derbarê wê yekê de wisa axivî: „ ji bona Bakur û Rojhelatê Sûriyê, em dibînin ku çi çare were dîtin, divê li gorî sê mercan be:
1- Yekîtiyê axa Sûriyê were tekez kirin.
2- Metirsiya li ser ewlehiya welatên cînar weke Tirkiyê, divê ber çavan re wer birin.
3- Pirneteweyî li Komara Erebiya Sûriyê were pejrandin (qebûlkirin) û dengê hemû pêkhateyan hebe.“
Ji bona bicihkirina Hêzên Parastina Aşîtiyê yên girêdayî (UN)ê „Guterres“ got: „ hîn tu pilan ji bona wê yekê li ba me tune ye“.
Ji aliyekê din ve balyoza Birîtaniyayê (Karen Pierce) li ba Neteweyên Yekbûyî wisa xuya kir: „Ez naxwazim derbarê Herêma Ewle de biaxêvim , ji ber ku heya niha me hûrikiyên (agahiyên) pişinyarkirî nedîtine, lê belê tiştê ku li Bakur û Rojhelatê Sûriyê rûdide ji bona ewlehiya Birêtaniya û Firensayê pir giring e“.
Tê zanîn ku rêjîma Sûriyê jî hevalbendê xwe yê Rûsî agahdar kirine ku avakirina Herêma Ewle li Bakur û Rojhelatê Sûriyê xêzeke sor e.