Milîsên Îslamî balafirgeha Minix a leşkerî bombebaran kir

Photo Credit To taybet

Afrinpost – Taybet
Nûçegihanê Afrinpost li Şehbayê got ku 4 top ji aliyê milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirk û rêxistina Ixwan el-Musilmîn li balafirgeha Minix a leşkerî ya girêdayî navçeya Şera ketin.


Nûçegihan diyar kir ku ziyan tenê madî bû û der barê qurbanî û birîndaran de tu agahî nîn in.


Di Sibata 2015 de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) balafirgeha Minix a leşkerî ji destê milîsên Îslamî yên girêdayî rêxistina Ixwan el-Musilmîn ku berê navê Artêşa Azad û niha jî Artêşa Netewî li xwe kirine, rizgar kir.


Girîngiya balafirgehê ji gelek aliyan ve tê, hem rûpîvana wê mezin e, hem jî li rojhilatê riya navnetewî ya Heleb-Ezaz dikeve, û hem jî dikeve navbera bajaroka Tel Rifet û Ezazê.


Rûpîvana balafirgeha Minix a leşkerî 8 km² ye, di dema rêjîma Sûrî de hilîkopter lê hebûne, ji bilî balafirgehên Kuwêrês, el-Cîze û Heleb a leşkerî û sivîl a navnetewî, ev balafirgeh jî di gundewarên bakurê Helebê de ya çaran e.


Di dema kontrolkirina milîsên Îslamî de, balafirgeha Minixê bûbû navenda belavkirina çek û cebilxaneyên ku ji deriyê sînor ê Bab el-Selemê yê li Ezazê yê bi dagirkeriya Tirk re dihat, ji ber ku dagirkeriya Tirk piştgiriya çek, cebilxane û pereyan ji wan milîsan re dişandin.


Di dema kontrolkirina balafirgerha Minixê de, milîsên Îslamî yên girêdayî rêxistina Ixwan el-Musilmîn balafirgeh kiribûn eniya êrîşên li dijî herêma Efrînê ya ku wê demê di bin kontrola QSD û Rêveberiya Xweser de bû, her wiha ji wir jî êrîşî taxa Şêx Meqsûd a Helebê ku piraniya wê Kurd bûn dikirin.

Post source : Taybet

Related posts