Afrinpost – Şopandin
Ji despêka dagirkirina Efrînê di Adara 2018 de, tevliheviya ewlehî li gel rikberiya di navbera milîsên Îslamî yên girêdayî rêxistina Ixwan el-Musilmîn li ser dizîn û desteserkirina mal û milkên xelkên resen didome, di encamê de jî şer di navbera wan milîsan de derdikeve.
Di vê çarçoveyê de, ajansa North Press ragihand ku roja Çarşemê di navbera milîsên Sultan Mihemed el-Fatih û niştedagirê bi navê Abû Şadî li gundê Memila yê navçeya Reco pevçûn rû da.
Ajansê diyar kir ku sedema pevçûnê desteserkirina êzingan bû, (xuya ye malbata niştedagir êzing ji hin darên zeytûnê yên Kurdên koçkirî qut kiribûn), çekdarên milîsan jî hewl dan wê malbatê ji gund biqewitînin.
Wer xuya dibe ku mal û milkên Kurdan weke xanî, cih û darên zeytûnê dibin sedema nakokiyan di navbera çekdaran xwe bi xwe de, û di navbera çekdar û niştedagiran de.
Her yek ji wan hewl dide dest deyne ser hejmareke mezin ji tiştên tên dizîn, xwediyên wan tiştan jî di encama êrîşa dagirkeriya Tirk û milîsên Ixwan el-Musilmîn de ên navên cûr bi cûr li xwe kirine, weke Artêşa Netewî, Artêşa Azad, el-Nusra û hwd, hatine koçkirin.