36 malbatên niştedagir ji Bilbilê derketin û çûn rojhilatê Ferêt

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Nûçegihanê Afrinpost ê navçeya Bilbilê got ku 36 malbatên niştedagir ên çekdarên milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeirya Tirk û rêxistina Ixwan el-Musilmîn ji 2 gundên navçeyê derketin û berê xwe dan herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê yên di navbera Serê Kaniyê û Girê Spî de.


Nûçegihan ragihand ku di vê çarçoveyê de 16 malbatên niştedagir ên milîsên Firqet Sultan Murad ji gundê Kotana derketin û berê xwe dan rojhilatê Ferêt da ku xwe bigihînin zarok û hevjînên xwe yên çekdar ên bi dagirkeriya Tirk re tevdigerin.


Nûçegihanê Afrinpost diyar kir ku nêzî 20 malbatên niştedagir ji gundê Qurugolê derketin û berê xwe dan heman deverê.


Nûçegihanê Afrinpost gotibû ku 7 malbatên niştedagir ji gundê Xelîlaka yê heman navçeyê derketin û ber bi rojhilatê Ferêt ve bi rê ketin da ku li wir bi cih bibin.


Tirkiye û hevkarên wê yên milîsên Îslamî ku navê Artêşa Netewî ya Sûrî li xwe kirine herêmên bi dirêjahiya 120 km û kûrahiya 30 km ji xaka Sûriyê ji Serê Kaniyê heya Girê Spî dagir kiriye, ji bo rawestandina êrîşê jî, Tirkiyê hevpeymanên cuda bi Emerîka û Rûsya re îmze kirine.


Beriya niha jî dagirkeriya Tirk gotibû ku ew dixwaze nêzî 2 milyon penaberên Sûrî li herêma ewle bi dirêjahiya 444 km li bakur û rojhilatê Sûriyê bi cih bike, û gelek caran ji NATOyê piştgiriya darayî ji bo pilanên xwe xwestiye.

Post source : taybet

Related posts