Afrinpost – şopandin
Çavkaniyên pêbawer ji Çavdêriya Sûrî re diyar kirin ku endamên milîsên Firqet el-Hemza yê girêdayî dagirkeriya Tirk û rêxistina Ixwan el-Musilmîn, gera ji bo şûnwaran li gundê Coqê yê Efrîna dagirkirî didomînin.
Çavdêriyê got ku ji despêka meha Kanûnê ve milîsan dest bi kolandin û xirakirina hin deveran li herêmê kirine weke peristgeha Şêx Cemaledîn a di navbera herdu gundên Coqê û Kokanê de ye. Çavkaniyan gotin ku milîsan gelek torbe veguhestin Efrînê, lê hundir wan torbeyan nediyar bû, di vê çarçoveyê de çekdar xirakirina şaristaniya Sûriyê bi riya dizîn û rûxandina deverên dîrokî didomînin.
Duh jî, Çavdêriya Sûrî ragihand ku çekdarên milîsên Îslamî binpêkirnên xwe der heqê xelkê Efrînê li bakurê Helebê bi riya pêkanîna fişaran li dijî cotkaran ji bo standina pereyan dewam dikin.
Di heman çarçoveyê de, çavkaniyan ji Çavdêriya Sûrî re ragihandin ku milîsên Lîwa Siqûr el-Şemal ên girêdayî dagirkeriya Tirk zorê li xelkê gundê Şêxûrzê yê navçeya Bilbilê dikin, sedema wê jî nerazîbûna xelkê gund dandina pereyan û parek ji mewsima zeytûnê ye.