Piştî salekê û heft mehan, milîsên Îslamî kesekî revandî ji Reco serbest berdan

Afrinpost – Taybet
Milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirk û rêxistina Ixwan el-Musilmîn ciwanekî Kurd ji Efrînê piştî zîndankirina wî salekê û heft mehan serbest berda.


Nûçegihanê Afrinpost li navçeya Reco got ku ciwanê bi navê Alan Gulgul ji zîndana Ra’î serbest hate berdan lê hema biryara binçavdêriya di malê de ji bo şeş mehan di derheqê wî de derxistin.


Li gorî çalakgeran, piraniya Efrîniyên revandî di zîndana Ra’î de ne, di Hezîrana 2018 de jî çalakgeran diyar kirin ku hejmara kesên revandî di navbera 700 heya 800 kesî ye di nav wan de nêzî 50 jin hene. Tê zanîn çarenûsa wan jî nediyar e û dadgeh jî nîn e. Li gorî hin agahiyan, hin kesên revandî di encama êşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane û tê zanîn wan li cihekî nêzî zîndanê bêyî ku navê wan tomar bikin, binax dikin.


Ji Gulanê heya Tîrmeha 2018, rêxistina Efû ya Navnetewî hevdîtin bi 32 kesan re kir, hinek ji wan hîna li Efrînê bûn, yên din jî koçî welatên din an deverên din di Sûriyê de kirin. Wan kesan milîsên Îslamî yên mîna: Firqa 55, el-Cebhe el-Şamiyê, Feyleq el-Şam, Sultan Murad û Ehrar el-Şerqiyê bi binpêkirinên tirsnak ên dijî mafên mirovan tawanbar kirin.


Gelek niştecih û penaberên di hundir Sûriyê de yên rêxistina Efû ya Navnetewî hevdîtin pê re kiribûn, gotin ku bi armanca standina pereyan, yan weke seza ji ber xwestina mal û milkên xwe, yan jî bi sûcên derew ên mîna endamtiya PYD an YPG, çekdaran bi zordarî sivîl binçav dikirin. Çavkaniyên herêmî ji rêxistina Efû ya Navnetewî re diyar kirin ku herî kêm 86 kes bi zordarî hatin binçavkirin, êşkencekirin û wendakirin.


Yek ji wan kesan ji rêxistina Efû ya Navnetewî re wiha got: “Nêzî 2 mehan ez li Efrînê binçav kirim, piştre ez li gelek girtîgehan gerandim, li Me’mila, Dumilya û Behdîna, ev gund hemû jî li derdora Efrînê ne, 2 endamên komên çekdar û hêzên çekdar ên Tirkiyê bi min re lêpirsîn kirin. Hemû pirsên wan jî der barê çalakiyên min li ser malperên tora civakî bûn, ez bi tevlîbûna nava YPG sûcdar kirim bi mebesta ku min hin rapor der barê binpêkirinên operasyona leşkerî ya Tirkiyê de nivîsandibûn”.


“Ez şandim zîndana Ra’î ya navçeya Izazê ya ku ji aliyê Sultan Murad ve tê birêvebirin, ez rastî êşkenceyê nehatim, lê hema li ber çavên min hin kes ji aliyê endamên Sultan Murad ve hatin lêdan, ber êvarê jî dengên bilind ên zilaman dihat. Bêyî ku ez werim dadgehkirin ez serbest hatim berdan, min bawer nedikir ez ji wî cihî derkevim”.

Related posts