Li Basûtê rêbenda çetan a diziyê

ARFINPOST- Taybet

Milîsên îslamî yên dewleta Tirk a dagîrker, bi hemû şêweyan di binpêkirin û derxistina behaneyan de berdewam in, da ji Efrîniyan bi gumanbarîkirinên (tomet) cudacuda diravan bistînin.

Li gorî zanyariyên bidestxistî yek ji wan şêweyan lidarxistina rêbendên sextekariyê, şelandin û diziyê li ser riyên gund û bajarokên herêma Efrînê/Rojava ye.

Di vê derbarê de nûçegihanê AFRINPOSTê ragihand, ku milîsên îslamî (Sultan Mûrad) ên dagîrkeriya Tirk rêbendeke nû li navçeya Şêrewa ya Efrînê li nêzîkî gundê Basûtê bo wergirtina bacê ji navgînên çûnehatinê li dar xistine.

Herwisa nûçegihanê me destnîşan kir ku heman grûpa çetan baceyên curbecur li gorî mezinbûna Tirimbêlan distînin. Weke ku ji kamyonên bi serî û dûv 8 hezar L.S (lêreyên sûrî), ên tenê serî 4 hezar L.S û herwisa ji tirimbêlên barhilgêr ên biçûk 400 L.S û otomobîlên biçûk jî 200 L.S.

Weke tê zanîn ku ev rêbenda ha ne bitenê ye, belko li ser heman riyê milîsên îslamî (El-Hemzê) jî rêbendek li dergeha gundê Tirindê li başûrê bajarê Efrînê ji xwe re li dar xistine û ew jî bacê ji Navgînên ku di wir re diçin û tên werdigrin.

Hêjayî gotinê ye, ku yek ji alavên ragihandinê yên bi ser milîsên îslamî ve, di raporeke xwe ya di 11ê Sibata borî de, di bin navnîşana “Kamêra bo kêmkirina bacê li rêbendên Artêşa Niştimanî” li xwe mukir hatin ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirk bacê ji hemû rêwiyan distînin ku çi Efrînî çi Niştedagîr be.

Li alîkî din di raporeke “El-Wesîlê” ya bi navê Aborî de hate gotin ku bac û cizye (baceke îslamî ye) ji Erebeyan tê standin, lê belê li gor cure û barê wan, ku ji 200 – 2000 L.S tê standin.

Weke diyar e ku milîsên îslamî(Artêşa Niştimanî, Artêşa Azad, El-Nusra) ji roja dagîrkirina herêma Efrînê de, dest bi çêkirina rêbendan li seranserî gund û deverên herêma kirine û di rewşeke bê yasa, ne aram, şêlûbilî û serberdayî de, dest bi berhevkirina bacê, bi çavdêrî û siya dewleta Tirkiyê ya dagîrker, dikin.

Related posts