Bi ronîvro li xaçeriya gundê Tilifê çete şûnwaran dikolin

AFRINPOST- Taybet

Milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê ji ber tunebûna yasa û serdestbûna tevleheviyê li herêma Efrînê/Rojava bi serpereştiya dagîrkeriya Tirk diziya şûnwaran û kolana cihên şûnwarî dikin.

Di vê çarçovê de nûçegihanê AFRINPOSTê ji navçeya Cindirêsê da zanîn ku Efrînî dema ji navçeya Cindirêsê diçin bajarê Efrînê li ser rê dîtine ku milîsên îslamî li xaçeriya gundê Tilifê bi alav û amûrên lêgerîna şûnwaran bûn.

Hewisa peyamêrê me got ku milîs bi ronîvro û li ber çavên herkesî li şûnwaran digerin û didizin, ev jî bi biryara dewleta Tirk a dagîrker bi rêve diçe, tê pêşbînkirin ku dagîrkeriya Tirk ji bona dîtin û dizîna şûnwaran milîsên xwe yên îslamî dide xelatkirin.

#Têkildarî mijarê… Bona windakirina dîroka Kurdan li Efrînê, dagîrkeriya Tirkiyê şûnwaran wêran dike

Weke tê zanîn ku armanca dagîrkeriya Tirk ji van kiryaran ew e ku dîrok û nasnameya Kurdî ji herêma Efrînê ji binî de rake.

Hêjayî nîşanpêkirinê ye ku dagîrkeriya Tirk û milîsên wê yên îslamî ji dama hêrîşkirina li ser herêma Efrînê de cihên şûnwarî bi şêweyekî plankirî dabûn ber top û fûzeyan, weke Girê Endarê yê dîrokî, Nebî Horî, Beradê, deverên Xirabî reza, Kenişta (kenîse) Elbîskê û herwiha Zaretên Olî û cihên xas û çakên êzîdiyna û Elewiyan tev wêran û talan kirine.

Di vê derbarê de Rewangeha Sûrî ya mafê Mirovan Vîdiyoyek di çirya pêşîn a 2018an de weşandibû û tê de diyar dibû ku çawa dagîrkeriya tirk û milîsên wê yên îslamî bi Tireks û Bagiran şûnwarên Nebî Horî dikolin bi armanca dizîn û wêrankirinê.

Related posts