Girê Ziravkê jî tê dizîn û wêrankirin

AFRINPOST – Taybet

Milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirk di kiryarên dizîn, talan û wêrankirina cihên şûnewarî û dîrokî de berdewam in, tenê bi armanca bidestxistina entîkeyan.
Di vê derbarê de peyamnêrê AFRINPOSTê li navçeya Mabeta da xuyankirin ku milîsên îslamî dest bi kolandina girê Ziravkê/Elî Eşê yê şûnewarî kirin, ew ê ku li kenara ava ziravkê û dûrî gundê Omo bi 1km.

Herwisa nûçegihanê AFRINPOSTê destnîşan kir ku
çekdarên îslamîst (Artêşa Azad, Artêşa Niştimanî, El-Nusra) bi serperştiya leşkerên degîrekeriya Tirkiyê bi Tireks û Bagêran bo lêgerîna li entîkeyên, bona vê yekê milîsên îslamî çembereke ewlehî li derdora gir dadane û nahêlin xwediyên zeviyên ku li nêzî gir in derbasî nav zeviyên xwe bibin.

#Têkildarî mijarê… Bi ronîvro li xaçeriya gundê Tilifê çete şûnwaran dikolin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku milîsên îslamî (Siqûr El-şam) bi rêvebiriya „Hesen Xeyriyê“ di heyva Berçile ya sala 2018an de bi Tireks û Bagêran du girên şûnewarî yên li derdora gundê Gemrûkê li navçeya Şera bi mebesta lêgerîna li zêran û entîkeyan wêran û talan kirin.

Herwisa li gorî jêderên herêmî di wê demê de hate diyarkirin ku karên kolandin û lêgerînê nêzî 25 rojan domandm ku di 05.10.2018an de dest bi kolandina Girê Bîrê yê şûnewarî kiriye, ew ê li bakurî gundê Gemrûkê û rex goristanê, ku li wir Bîreke Romanî ye kevin jî heye, di heman demê de dest bi karê kolandinê di Girê Eboş ê şûnewarî yê li Başûrê gund dikeve jî kirin.

Ne tenê ev girên hanê tûşî dizî û talankirinê hatine, belko ji sala borî de milîsên dagîrkeriya Tirkiyê yê îslamî (Artêşa Azad, Artêşa Niştimanî, El-Nusra) dest bi kolandina Kela Hûrî ya dîrokî bi alavên gir wek Bagêr û Tiraksan bo jinavbirina, windakirin û dizîna dîroka Kurdan.

Related posts