Li Qota bêhtirî 10 kesan girtin

AFRINPOST- Taybet

Milîsên îslamî (El-Siltan Mûrad) ên dagîrkeriya Tirkiyê di gel leşkerê Tirkan bi ser gundê „Qotana“ yê navçeya „Bilibilê“ de girtin û gelek sivîlên Kurd girtin bi behaneya karkirina bi rêveberiya Xweser re.

Nûçegihanê AFRINPOSTê ragihand ku milîsên îslamî (El-Siltan Mûrad) di gel leşkerên dagîrkeriya Tirkiyê bi Tirimbêlên leşkerî li gundê „Qotana“ bi ser malên gundiyan de girtin û heya niha bêhtirî 10 kesan girtine.

Herwisa jêderekî taybet tekez kir ku ew hemleya girtina Kurdan hê jî li navçeyê berdewam e.

Li gorî çavkaniyên Kurdî ku hêza dagîrkeriya Tirkiyê bi plan xaniyên gelek gundiyan jê bi darê zorê standine û herwisa gelek gund jî vala kirine û nahêlin gundî vegerin malên xwe, berovajî wê yekê ew gund tijî Niştedagîrên Ereb kirine ku piraniya wan jî malbatên milîsên îslamî ne yan jî ji xwe re kirine binkeyên leşkerî, hinek ji wan gundan ev in:
Gundê Qestelê Cindo-êzdî, gundê Bafilon-êzdî, gundê Cilbirê, Bgundê Basilê, gundê çiyê, gundê dêrwîş, gundê Barava/Be´rava, gundê şêxorzê, gundê Qota, gundê Tilifê û gelek gundên din jî hene

Related posts