Şer û pevçûnên milîsên îslamî li ser milkên Efrîniyan

AFRINPOST- Taybet

Nûçegihanê AFRINPOSTê ji herêma Efrînê/Rojava yê dagîrkirî ragihand ku milîsên îslamî (Ewlekariya El-cebhe el-şamiyê) yên dagîrkeriya Tirkiyê li derdora çerxeriya (dûwar) Kawa û li taxa „Eşrefiyê“ ketine amadebaşiyê ji ber şerê di navber çeteyên „Artêşa îslaman/Ceyş El-îslam“ ên ji gundewarên şamê û çeteyên (Ehrar Elşerqiyê) yên Dêrazorê.

Di vê derbarê de nûçegihanê me ragihand ku milîsên îslamî (Ceyş El-îslam) gef li çeteyên (Ehrar Elşerqiyê) xwerine, piştî kuştina Niştedagîrekî ji „Xûteya şamê“ ji aliyê çeteyên (Ehrar Elşerqiyê) ve ku wî kesî jî bazirganiya çekan (tîcareta sîlehan) dikir.

Herwisa milîsên „El-cebhe El-şamiyê“ hewla navberkariya wan dike da şer mezin nebe, piştî ku Niştedagîrên „Xûteya şamê“ bi xwepêşandanekê daxwaza derxistina milîsên îslamî yê „Dêrazorê“ ji Efrînê/Rojava kiribûm. Hêjayî gotine ye ku herdu alî jî Niştedagîr in û malên Kurdan dagîr kirine.

Ji aliyekî din ve peyamnêrê me diyar kir ku êvara duşemê şerek di navbera milîsên îslamî (Firqet El- Hemze) û milîsên îslamî (El-cebhe El-şamiyê) de derket, di encamê de jî gelek çete ji herdu aliyan birîndar bûn. Egera şer û pevçûnên wan jî ji bona parvakirina samanên (mal û milk) Kurdan li gundê „Endarê“ bû.

Hêjayî diyarkirinê ye ku dagîrkeriya Tirkiyê ji roja dagîrkirina herêma Efrînê/Rojava ve bi plan herêm li ser grûpên îslamî dabeşkiriye û milkên Bizorjixakdûrxistiyên (penaberên) Efrînê û herwisa yên gundiyan ji xwe re birine.

Related posts