AFRINPOST- Taybet
Çeteyekî milîsên îslamî (Ehrar El-şerqiyê) yê dagîrkeriya Tirkiyê di encama teqandina Tirektorekî de li dergeha rojava ya herêma Efrînê/Rojava hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.
Çavkaniyekî taybet ji AFRINPOSTê re da xuya kirin ku çeteyê grûpa (Ehil El-Bedir) yên bi ser milîsên îslamî (Ehrar El-şerqiyê) ve, hewl didan erdê Efrîniyekî li nêzî dibistana Feysel El- Qedûr ji xwe re bajon, piştî ku erd ji xwe re birine, bombeyek bi Tirektorê de teqiya û Tirektor bû du par, di encamê de şûfêrê Tirektorê ku çeteyekî ji Dêrazorê ye mir û çeteyekî din î ji Himsê ye birîndar bû.
Hya niha me navê kuştî û yê birindar bi dest nexistiye, herwisa xwedanê êrd jî „Cahîd Axa“ yê ji gundê „Cilbirê“ ye lê çetan Erd ji xwe re birine.