AFRINPOST-Taybet
Binçavkirina Kurdan li herêma Efrîna dagirkirî ji ber sedemên nepêwîst berdewam dike. Pirî caran ji ber peywendiya berê ya li gel Rêveberiya Xweser û bi armanca tengavkirin û şantajikirina darayî, şênî tên binçavkirin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarine milîsên “Melikşah” ên dagirkeriya Tirkî bi kordîneya li gel istixbarata wê, roja Yekşemê bi êvarê 29’ê Tebaxê 2021 şêniyekî Kurd bi navê Mihemed Behrî Mihemed ji şêniyên gundê Gobelekê yê navçeya Şêrawayê bin çav kir.
Nûçegihan diyar kir ku şênî Mihemed Behrî bi bihaneya ku otomobîleke “Pickup” li ba wî heye ku ya birayê wî yê koçber e û berê peywendiya wî li gel Rêveberiya Xweser hebû, bin çav kir.
Li aliyekî din milîsên “polîsên leşkerî” li navçeya Mabetayê şêniyekî Kurd bi navê Ednan Osman Şalîk(38 salî) ji gundê Mareskê ku nêzîkî salekê ye, bi tawan û bihaneyeke nerast bin çav kiriye. Milîsan ew bir navenda ewlehiyê ya “polîsên leşkerî” li navçeyê piştre derbasî zîndana Efrînê ya navendî li gundê Maratê kir.
Li gorî çavkaniyên xwecihî milîs ji malbata Ednan Osman fidyeyeke darayî beramberî berdana wî dixwazin. Şênî Ednan beriya wê bi demekê 13’ê Nîsana 2018 hatibû revandin û bêtirî 3 salan girtîbû ku 22’ê Adara 2021 hat berdan.
Di çarçoveyeke din de çekdarine milîsên “Lîwa El-Şemal” êrîşî yê bi navê “Nesîm Osman” ji gundewarê Humsê ye û endamekî “polîsên sivîl” e, kir û bi tundî lê da ku sedema êrîşê jî nehat zanîn.
Nesîm Osman