Mala kalemêrekî Kurd li bajarê Efrînê hat dizîn

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku dizinan roja Duşemê mala kalemêrekî Kurd li taxa Eşrefiyê dizî.

Nûçegihan diyar kir kalemêr Xidir Mihemed “Ebû Mihemed” (75 salî) bi tena serê xwe li malê dijî û ew neçar e ku nikarî rabe ser xwe. Dizan rewşa wî bi kar anî û mala wî dizî.

Tiştên ku hatine dizîn ev in; 2700 lîreyên Tirkî, amanên baqirî, tabloyên enerjiyê û bateriyên kehrebeyê.

Kalemêr Xidir Mihemed ji şêniyên gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê ye.

Related posts