Ji bo xurtkirina niştedagîriyê li Efrîna dagirkirî gundekî nû hat avakirin

AFRINPOST-Taybet

Bi durişmeyên mirovî û serenavên dilnermiyê û ji bo çareserkirina pirsgirêka niştecihiyê, projeyên niştedagiriyê li herêma Efrînê ya Kurdî didome. Li aliyekî din ji bo guhertina demografîk, tengavkirina Kurdan li Efrînê bi her awayî tê kirin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku roja Duşemê 30’ê Tebaxê 2021 gundekî nû bi navê “Kuweyt El-Rehmê” li navçeya Şêrawayê ya gundewarê Efrînê piştî temambûna xebatên avakirinê, bi şahiyekê û bi beşdariya nûnerên ya bi navê “Meclisa Xwecihî ya bajarê Efrînê” hat vekirin.

Niştedagîrgeh an gundê nû ji aliyê komeleya “Şam El-Xêr” ve ku Ixwanî û Kuweytî ye, li dorhêla gundê Xalta hat avakirin.

Di vê niştedagîrgehê de wê dagirkeriya Tirkî koçberên ku ji deverên cuda yên Sûriyê anîne, lê bi cih bike. Niştedagîr wê ji kampên bêserûber ên ku di demên cuda de hatin danîn derbasî wê niştedagîrgehê bibin.

Di niştedagîrgehê de 380 şiqe lê zêde mizgeft, dibistan, kilînîk û peymangeha jiberkirina Qurana Pîroz û sûkeke bazirganiyê hene.

Tê zanîn ku komeleyên Qeterî û Kuweytî ji bo handana koçberan a mayîna hertimî li Efrînê alîkariyên mezin pêşkêş kirin. Ew komele li Sûriyê dagirkeriya Tirkî li Sûriyê projeyeke “Îslamî Sunî” dibînin ku divê bi her awayî were destekdan û kiryarên dagirkeriyê li ser bingeha olî werin xweşkirin.

 

Related posts