Firotina “nerewa” ya malên Efrîniyan tên belgekirin… Gelo xwediyên wan kî ne?

AFRINPOST-Taybet

Çekdar û xwediyên wan ên niştedagîr destdirêjiyê li ser mal û milkên şêniyên Efrînê bi rêya bazirganî û bikaranîna wan dewam dikin.

Di vê derbarê de niştedagîrekî ji Xûtaya Rojhilat a gundewarê Şamê, mala şêniyekî Kurd ê koçber bi navê Xelîl Îbrahîm ji şêniyên gundê Dimilya li taxa Eşrefiyê bi 1200$ firot niştedagîrekî din.

Her wiha niştedagîrekî ji bajarokê Heyanê mala şêniyekî Kurd bi navê Semîr Şêx Mûse ji şêniyên gundê Dêr Siwanê bi 1400$ firot niştedagîrekî ji Qelemonê. Mal li nêzîkî firina kadeyan li ser rêya Helebê ya bajarê Efrîna dagirkirî dikeve.

Her wisa niştedagîrekî ji taxa Şiar a bajarê Helebê mala şênî Mihemed Şêx Ehmed ji şêniyên gundê Qeretepe bi 900$ firot niştedagîrekî Xûtanî. Mal li dorhêla baregeha Tirkî li kolana Fîl a taxa Eşrefiyê dikeve.

Related posts