Li Efrîna dagirkirî Êzdiyan neçarî ola Îslamê dikin û malên wan dikin mizgeft

AFRINPOST-Taybet

Hevserokê meclisa zagonsaz a herêma Efrînê Silêman Cafer got ku Tirkiyê hewl dide ku şerê Êzdiyan li her derê bike û wiha dewam kir; Tirkiyê tiştê ku Daiş`ê sala 2014 nikarî li Şengalê bikira, dixwaze li Efrînê pêk bîne. Piştî ku ev rêxistina terorîst têk çû, Tirkiyê ji nû ve bermahiyên wê komî ser hev kirin, perwerde û bi çek kir û bi wan êrîşî Efrînê kir.

Dema ku êrîşî Efrînê dikirin, digotin: “Êzdîno! Em ê tên, tiştê ku me nikarî li Şengalê bikira, em ê li Efrînê bikin.”

Dagirkeriya Tirkî piştî ku Efrîn dagir kir, li ser Kurdên ji Şehbayê vegerîne malên xwe û yên qet ji bajarê xwe derneketine, ola Îslamê sepand û Êzdiyatî wek demên berê reş kir.

Di vê çarçoveyê de, milîsên “Feyleq El-Şam” mala koçber Henan Nasiro Erebo veguherand mizgeftê. Heman milîs niha hewl didin ku mizgeftekê li gundê Basûfanê yê Şêrawayê ava bikin. Lê beriya wê mezarê Şêx Elî yê Êzdî li gund rûxand.

Silêman Cafer destnîşan kir ku ew bi xwe ji şêniyên gundê Basûfanê ye, ku desthilatên dagirkeriya Tirkî niha mizgeftan li gundên Êzdî ava dikin. Her wiha mezarên me dikolin û wêran dikin û wiha anî ziman:

Ew li gundan mizgeftên perwerdekirina ola Îslamê ava dikin û Îslametiyê li ser Êzdiyên mayî disepînin.

Tirkiyê bi rêya şêxên Ixwan Mislimîn Îslametiyê li ser Êzdiyan ferz dike. Ew bi her awayî wek tirs û gawirkirina wan li dijî Kurdên Êzdî bi kar tînin da ku wan ji ola wan bi dûr bixin û Êzdatiyê tune bikin.

Raportên mafnasî yên xwecihî û navdewletî jî çend caran bal kişandin li ser siyaseta ku Tirkiyê li dijî Êzdiyan dimeşîne

Related posts