AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” şêniyekî Kurd bi navê Xalid Selah Şêxmûs ji gundê Qestel Kişk roja Şemiyê 26`ê Pûşberê 2021 li otostrada nû ya bajêrê Efrînê hat revandin.
Nûçegihan da zanîn ku şênî Selah ji milîsên “polîsên leşkerî” re hat radestkirin. Piştre milîsan ji bavê wî fidyeyeke malî 3000$ xwest. Nehat zanîn ku çima şênî Selah hat revandin. Lê rewşa wî ya madî ya xweş bû sedem ku were revandin da ku milîs pereyan ji malbata wî bi dest bixin.
Tê zanîn ku Selah nexweş e û her nexweşiya wî bi domana demê re eger sardana doktor neke, lê giran dibe.
Milîsên dagirkeriyê ji beriya derdora salekê bavê wî Selah Şêxmûs revandibû ku piştî fidyeya malî 3000$ hat berdan.