AFRINPOST-Taybet
Milîsên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bê serûber û li gor kêfa xwe mal û milkên Efrîniyan çi yên mayî û çi yên koçber desteser dikin û bazirganiyê pê dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku yê bi navê “Neîm” sermilîsê “Cebha El-Şamiyê” ye, bêtirî 25 dikanên bazirganiyê ji xwe re bi kirê dide. Dikan li nêzîkî mizgefta “Bîlal” dikevin. Yê bi navê “Ebû Neîm” tevî xwediyên dikanan li Efrînê ne, ji xwe dixebitîne.
Di wan dikanên desteserkirî de niha “Ebû Wailê Xûtanî” kelûpelan difiroşe û di yeke din de niştedagîrekî Xûtanî dundirme difiroşe û yên dîtir jî karên curbecûr tê de wek lîstokên kompûyer, werşeya dirûtinê, salona berberiyê û hwd tên kirin.
Sermilîs “Neîm” ji bilî werşeya dirûtinê ku bi 50 $ dide, mehane her dikanekê bi 100 Lîreyên Tirkî dide kirêgiran.