Dezgeheke ragihandinê bi projeyekê kelepora Efrînê diparêze

AFRINPOST-Taybet

Saziya ARTA FM a ragihandinê ji bo parastina çand û kelepora herêma Efrînê ya dagirkirî di bin navê “EFRÎN E …BI DENG Û RENGÊN XWE DIMÎNE” projeyek dest pê kir.

Naveroka projeyê ew e ku saz û awazên hunermendê gelêrî yê Efrînî Ekrem Niyazî tomar dike û belav dike.

Proje hemwextî hewlên dagirkeriya Tirkî ya çewsandin û qirkirina çanda kurdî ya Efrînî tê. Çalakvanên Efrînê ji saziya ARTA FM re ev proje pêşniyar kir û wê jî xwe da ber.

Di vê çarçoveyê de rêveberê giştî yê saziya ARTA Sîrwan Hecî Birko ji Afrinpostê re axivî û wiha got:

Çalakvanê mafnasî Jiyan Bedirxan ji min re pêşniyar kir ku em saz û awazên hunermend Ekrem Niyazî tomar bikin û biweşînin.

Piştî ku herêma Efrînê hat dagirkirin, şêniyên wê hîs dikin ku ew bi tenê mane, ji ber vê yekê em dixwazin bi vê projeyê moralên Efrîniyan bilind bikin. Li hemberî êş û azarên ku xelkê Efrînê dîtiye, em tiştekî pir biçûk ji wan re dikin. Dagirker dixwazin çanda me wenda bikin û çanda xwe li ser me bisepînin û wiha dewam dike; berê heta pirtûkek ji bo xwendina bi zimanê Kurdî tune bû, lê niha şert û merc hatin guhertin êdî niha Kurd bûne xwedî vîn û rêveberî û dem guncav e ku projeyên bi vî rengî werin çêkirin.

Sîrwan Birko dibîne ku ji erka her kesî ye, gavên wiha ber bi parastina çanda Kurdî ve bavêje û destnîşan kir ku divê Rêveberiya Xweser destekê bide van projeyên çandî. Her wiha teqez kir ku rêjîma Baasê naxwaze gelê Kurd bi çanda xwe bijî, ji ber vê yekê divê em xwedî li çanda xwe derkevin û biparêzin da ku em tune nebin.

Albûma ku saziya ARTA FM ya ragihandinê tomar kiriye ji 28 awazên keleporî ya Kurdên Efrînê pêk tê. Hinek ji wan ji daneriya 2 hunermendên keleporî yên çiyayê Kurmênc in ku yê xuya jî Hesnazî ye û hinekên din jî ji herêmên Kurdî yên din li Sûriyê û derveyî wê ne.

Her wiha Sîrwan xuya kir ku saziya ARTA wê bêtir projeyên wek wê di demên pêş de pêk bîne.

Kenalên Kurdî Guh Nadin Kelepora Efrînî:

Ji aliyê xwe ve hunermendê keleporî Ekrem Niyazî ji Afrinpostê re diyar kir ku kenalên Kurdî guh nadin kelepora Efrînî ya resen ku rehên wê di dîrokê de hene.

Hunermend Ekrem Niyazî wiha dewam dike:

Ti kesî yan alî qala parastina çand û kelepora Efrînî ya ku ji 400 sal ve ye, nake. Tenê saziya ARTA FM guh daye pêşniya û nêrîna me û pêk tîne.

Hunermendê keleporî Ekrem Ebid Qadir Ehmed ji bûyînên 1986 ji gundê Naza yê navçeya Bilbilê ye. Ew niha li bajarê Helebê dijî û neviyê hunermendê gelêrî yê navdar Hesnazî ye.

Related posts