Milîsên îslamî ramana Radîkal bi xelkê Efrînê bi dare zorê didin qebûlkirinê

AFRINPOST- Taybet

Nûçegihanê AFRINPOSTê ji navenda Efrînê/Rojava ragihand ku tixtorên milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê li naxweşxanxaya “Avrîn” ku niha kirine nexweşxaneya “El-şîfa” cihê bihinvedan û bendewariyê di yê jin û mêran ji hev cuda dikin, ku li wir jin nikare bi xizêmên xwe yên mêr re li heman cihê bimîne, belko divê here cihê jinan de li bendê be.

Weke tê zanîn ku ev bîr û baweriya radîkal di civaka Efrînî de cihê xwe negirtiye, berovajê herdem Efrîn bi civaka xwe ya vekirî û bexşewer bi navûdeng e.

Herwiha nûçegihanê me diya kir ku tîmên tixtoran yên milîsên îslamî nahêlin ku jin li meydana nexweşxaneyê jî bimînin, û divê herin tenê li cihê jinan bisekinin.

Ji aliyekê din ve di salvegera hêrîşkirina dagîrkeriya Tirkiyê de Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan di bin navnîşana “saleke reş ji destdirêjîkirina li ber çavê cîhanê” de got: “hêzên Tirkî bi tevlêbûna rêxistina Gurên Gewir û milîsên îslamî yên sûrî 384 sivîl kuştine di nav de 55 zarok û 36 jin in, herwiha ji hêzên tirkan û îslamîstan jî 689 hatina kuştin û 1584 jî ji YPGê”.

Related posts